Mihemed Şukrî: Hikûmeta Kurdistanê cotkaran han dide ku bêtir çandiniyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê Muhemed Şukrî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ew genimê ku ji aliyê Bexdayê ve nehatiye wergirtin, bi rêya du kompaniyên kerta taybet ji cotkaran bikire. Şukrî tekez kir jî, armanca vê pêngavê ew e ku piştgirî li cotkaran were kirin û ji bo berhemên zêdetir werin teşwîqkirin.
Muhemed Şukrî îro 8ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi rêya sê projeyên mezin û stratejîk ên li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê û bi hevkariya kompaniyên Xoşnav û Qeywan, genimê cotkaran werbigire.
Şukrî da zanîn, bihayê ku ji bo genim tê dayîn, ji bo ku cotkar zirarê nebînin, ji bihayê bazarê bilindtir e. Herwiha got jî: "Ev pêngav piştî wan kêşe û astengiyên ku di warê firotina genim de rûbirûyê cotkarên Kurdistanê bûbûn, tê. Her çend nirxê ku tê dayîn ji yê Bexdayê kêmtir be jî, lê ji bihayê bazarê zêdetir e."
Serokê Desteya Veberhênanê destnîşan kir, ev sê sal in Herêma Kurdistanê genimê zêde yê cotkaran bi bihayekî guncaw werdgire, da ku ew ziyanê nebînin.
Muhemed Şukrî di dawiyê de tekez kir, hemû hewl têne dayîn ku berhemên xwemalî yên cotkaran werin parastin, ji bo wan bazar were peydakirin û ji bo salên pêşerojê jî ji bo çandiniyeke berfirehtir werin handan.