Fîdan: Me peyama Amerîkayê ya ji bo gotûbêjên atomî gihand Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand, welatê wî wek navbeynkar peyameke Amerîkayê ya derbarê egera ji nû ve destpêkirina gotûbêjên li ser bernameya atomî de, gihandiye Îranê.

Fidan ji rojnamevanan re ragihand, "Min bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff re gotûbêj kir. Aliyê Amerîkî çend peyamên wî yên li ser mijara ji nû ve destpêkirina danûstandinan hebûn. Me karî van peyaman li kêleka Civîna Bilind a BRICS'ê bigihînin aliyê Îranî."

Ev pêngava dîplomatîk di demekê de tê, duh Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvîneke ligel rojnamevanê Amerîkî “Tucker Carlson” de ragihandibû, welatê wî amade ye danûstandinên bi Amerîkayê re ji nû ve bide destpêkirin, lê wî tekezî li ser "pirsa pêbaweriyê" ya di navbera herdu aliyan de kiribû.

Serokkomarê Îranê herwiha gotibû: "Kiryarên Îsraîlê qeyranek afirandiye û divê em vê qeyranê derbas bikin."

 
Fly Erbil Advertisment