Ocalan: Em xebata PKKê bidawî tînin

Nûtirîn wêneyê Abdullah Ocalan, ji Firat Newsê hatiye wergirtin
Nûtirîn wêneyê Abdullah Ocalan, ji Firat Newsê hatiye wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Abdullah Ocalan îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) peyamek nû weşand.

Tekista peyama nû ya Abdullah Ocalan.

Li ser pirsgirêk û çareseriyên rewşa heyî ya vê qonaxa tevgera me ya dostaniya komînalî, min wek erkekê xwe yê exlaqî dît ku bi nameyekê, eger berfireh û dubare jî be, bersiveke eşkere û avaker bidim.

1. Ez li ser banga dîrokî ya 27ê Sibata 2025ê (ji bo aştî û civaka demokratîk) israr dikim.

2. Bi Kongreya 12ê û hilweşandina PKKê, we bersiveke erênî û berfireh da vê yekê. Ez vê helwestê wek bersiveke dîrokî dibînim.

3. Divê ev rewşa niha wek encameke girîng û dîrokî bê qebûlkirin. Herwesa zehmeta wan hevalên ku rola pirê dilîzin hejî rêz û girîngîpêdaneke wekhev e.

4. Di encama hemî guhertinan de, min manîfestoyeke civaka demokratîk amade kir ku divê wek xalek zivirîna dîrokî bê hesibandin. Ev manîfesto bi awayekî serkeftî cihê manîfestoya 50 salî ya Rêya Şoreşa Kurdistanê digire. Ez bawer dikim ku ew ne tenê ji bo civaka dîrokî ya Kurd, ji bo civaka herêmî û gerdûnî jî naverokeke civakî ya dîrokî hildigire. Ez guman nakim ku ev mînakeke serkeftî ya edetê manîfestoya dîrokî ye.

5. Divê ez bi awayekî eşkere bibêjim ku ev hemî guhertin encama wan civînan in ên ku min li Îmraliyê li dar xistine. Bi baldariyeke bilind kar hatiye kirin ku, civîn li ser bingeha îradeya azad bin.

6. Ev qonaxa ku em gihîştinê gavên nû ji bo praktîzekirinê disepîne. Bi girîng ve tekezkirin, fêmkirin û pabendbûna bi bingehên vê qonaxê û ev gavên pêdivî yên ku girîngiyeke dîrokî heye, şertên berdewamkirina gavan in. Li vê derê em tevgera PKKê bidawî dikin, ku wekî bertekek li dijî înkarkirina hebûna Kurdan û bi armanca damezrandina dewleteke cuda stratejiya wê şerê rizgariya neteweyî bû. Êdî itîraf bi hebûna gelê Kurd hatiye kirin û ji vî alî ve armanca sereke hatiye bidestxistin. Di vê wateyê de, dema wê qediyaye. Ya din bi gelek dubarekirin û sekinandinê tê nirxandin. Ji vî alî jî ve, ew bi berfirehî rexneyan didomîne.

Ji ber ku siyaset valahiyekê nahêle, divê ew valahî bi bernameya (aştî û civaka demokratîk) bi stratejiya (siyaseta demokratîk) û wekî taktîka sereke jî mafên tevgir bê pirkirin. Armanca me qonaxeke dîrokî û biryardar e. Di çarçoveya vê pêvajoyê de; devberdana ji çekan bi dilxwazî ​​û avakirina komîsyoneke berfireh ku di parlementoya Tirkiyeyê de bi awayekî qanûnî û desthilatdar tê hesibandin gavên girîng in. Divê gav bi baldarî û hestyarî bên avêtin, li dûrî lojîk û hevrikiyên di navbera min û te de. Ez dizanim ku gavên me bêencam nabin. Ez wê vekirinê dibînim û min bawerî pê heye. Di eynî demê de bizav hene ku gavên praktîkîtir û wekî kilîlan ên berçav bên avêtin.

Tezên sereke yên ku min pêşkêş kirine ev in;

1. Divê her kes erkên xwe bi cih bîne. Bicihhatina armanca aştî û civateke demokratîk bi rêya bidestxistina rênimayeke entegrasyonîst a erênî peyda dibe. Di encama hemî nîqaşan de eşkere dibe ku, PKKê dest ji armanca dewleta neteweyî berdaye. Bi terikandina vê armanca bingehîn, wê dest ji stratejiya bingehîn a şer jî berdaye û hebûna xwe bidawî aniye. Tê çaverêkirin ku ev qonaxa dîrokî ber bi pêştir ve bê birin.

2. Bi awayekî ku bibe sedema manadanê bi parlemento û komîsyonê û gumanên raya giştî ji holê rake û bibe bersiva pêdivîtiyên bicihanîna soza me, divê ew wekî tiştekî normal bê şîrovekirin ku derfetê peyda bikin ji bo ku çekdanan ji bo aliyê peywendîdar û raya giştî bi awayekî vekirî bê kirin.

Afirandina mekanîzma danana çekan dê pêvajoyê pêş bixe. Tiştê ku tê kirin gaveke dilxwazane ye, ji qonaxa têkoşîna çekdarî ber bi qonaxa qanûnî û siyaseta demokratîk ve. Divê ev ne wekî şkestin, lê wekî serkeftineke dîrokî bê dîtin. Hûrguliyên danana çekan tên destnîşankirin û bi lez tên pratîkkirin.

3. Dem Partî bi partiyên din ên di bin sîwana parlementoyê de ji bo biserxistina vê pêvajoyê pêkve erkê li ser milên xwe bi cih tîne.

4. Di vê navberê de, di derheqa rewşa azadbûna min de, ku di hemî nivîsar û biryaran de wekî şerteke sereke tê behskirin: Hûn bi xwe jî dizanin ku min qet azadiya xwe wekî pirsgirêkeke kitekesî nehesibandiye. Ji hêla felsefî jî ve, azadiya kitekesî; ji civakê dûr nabe. Her ku kitekes azadtir bin, civak jî azadtir dibe, û her ku civak azadtir bibe, kitekes jî azadtir dibin. Divê li dû vê meylê serederî bê kirin.

Min bawerî bi hêza siyaset û aştiya civakî heye, ne bi çekan. Ez bag li we jî dikim ku vê prensîbê praktîze bikin. Pêşhatên van rojên dawiyê li herêmê bi awayekî eşkere girîngî û pêdivîtiya vê gava me ya dîrokî diselimîne. Divê ez wê yekê jî bibêjim ku li ser vê pêvajoyê ez gelek ji dil li benda her rexne, pêşniyar û alîkariyên we me. Ez dikarim bi coş û kelecanê tekez bikim û ez xwe geşbîn û amade hîs dikim ku, ev nîqaş dê li ser astê deverê û cîhanê jî me û hêzên modernîteya demokratîk ber bi bernameyeke teorîk û qonaxeke stratejîk û taktîkî ve bibin û ji niha vedi bizav û amadekariyên vê yekê de ne.

Banga min ji bo qonaxa me ya bê; werin em li ser bingeha biryarên kongreyê û wan nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nameyê de behs kirine giraniyê bidin ser bizavên xwe û pêşketin û veguherîneke serketî bi dest bixin.

Li gel silav û evîna min a dostaniyê ya herdemî

 

19ê Hezîrana 2025ê

Abdullah Ocalan