Nûnerê Amerîkayê ji K24ê re: Tekane rêya paşerojê ji bo HSD'ê Şam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Thomas Barrack, di hevpeyvîneke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, welatê wî lezê nake ji bo vekişîna ji Sûriyeyê û tekez kir, divê HSD di nav hikûmeta nû ya li Şamê de cih bigire.

Barrack diyar kir, gotûbêjên derbarê vekişîna hêzên Amerîkî de ne ji aliyê Washingtonê ve, lê ji aliyên din ve tên kirin. Herwiha got: "Me demek berê ragihand ku em ê di dawiyê de baregehên xwe bihêz bikin, lê em ê vê yekê li gorî rewşa derdorê bikin. Leza me nîne."

Derbarê ezmûna Efxanistanê de, Balyoz Barrack hişyarî da û got: "Me dît ku bi lez û bez li Efxanistanê çi qewimî. Em naxwazin niha tiştekî wisa bikin."

Nûnerê Amerîkî da zanîn, ew ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê û artêşa wê piştrast in û got: "Baweriya me bi temamî bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê û artêşa wê heye."

Li ser rola HSD'ê jî, Barrack anî ziman: "HSD di şerê berdewam ê li dijî DAIŞ'ê de hevpareke me ya bi nirx bûye."

Derbarê paşeroja HSD'ê de, Thomas Barrack helwesta welatê xwe wiha anî ziman: "Em pabend in ku HSD xwedî derfet be, da ku bi awayekî birûmet tevlî hikûmeta nû bibe. Ez dikarim ji we re bibêjim ku piştî îro, ez bi temamî piştrast im ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê her tiştî dike, da ku rêyekê ji bo pêkhatina vê yekê bibîne."

Di dawiyê de, Barrack bi awayekî eşkere got: "Ez bawer dikim ji bo HSD'ê zehmet e ku bigihîje wê encamê ku tekane rêya paşerojê ji bo wan Şam e. Lê rastî ev e."

Ev daxuyaniya Barrack piştî wê tê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş îro li Şamê bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiyabûn, Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack û nûnerê Balyozxaneya Fransayê li Sûriyeyê Jean-Baptiste Faivre jî tê de amade bû.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment