Netanyahu: Em Filistîniyan ji Xezzeyê dernaxin û agirbest nêzîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, ew ê Filistîniyan ji Xezzeyê dernexin û destnîşan kir ku ew dixwazin desthilata Hemasê bidawî bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 9ê Tîrmeha 2025an di konferanseke rojnamevanî de got: "Ez û Trump li ser pêwîstiya azadkirina barimteyan hemfikir in. Herwiha nabe ku Xezze bibe gef li ser Îsraîlê."

Serokwezîrê Îsraîlê tekezî li ser wê yekê kir, ew dixwazin dawî li desthilata Hemasê li Xezeyê bînin û got: "Em ê Filistîniyan ji Xezeyê dernexin û Trump jî pêşniyareke wiha nekiriye. Filistînî di man an jî derketina ji Xezeyê de serbest in."

Saar: Em ê bigihîjin agirbestê

Di heman rojê de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû, welatê wî ji bo gihîştina agirbestê li Xezzeyê û vegerandina barimteyan cidî ye. Saar gotibû: "Ez bawer dikim em ê agirbestê ragihînin."

Wezîrê Derve herwiha amaje bi wê yekê kiribû, "Eger em bigihîjin agirbesteke demkî, em ê hewl bidin ku bikin agirbesteke mayînde."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku roja 8ê Tîrmehê, Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Steve Witkoff, ragihandibû ku agirbesta li Xezeyê pir nêzîk e û gotibû: "Em hêvîdar in ku heta dawiya vê hefteyê bigihîjin agirbesteke 60 rojî."

 
 
Fly Erbil Advertisment