Di Kabîneya Nehem de: 2681 km rê li Herêma Kurdistanê hatin çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tenê di sektora rê û banan de li seranserê her çar parêzgeh û îdareyên serbixwe, bi dirêjahiya 2681 kîlometreyan rê hatine çêkirin. Armanc ji van projeyan, bihêzkirina binesaziya aborî, hêsankirina hatûçûna welatiyan û girêdana navçeyan bi hev ve ye.
Van projeyên ku heta 1ê Tîrmeha 2025an hatine temamkirin, ji bilî piştgiriya ji bo sektorên bazirganî, pîşesazî û geştyariyê, di kêmkirina qerebalix û bûyerên trafîkê de hem li navendên bajaran, hem jî li ser rêyên derve roleke mezin lîstine.
Proje wiha ne:
Li gorî amarên fermî, di çarçoveya van xebatan de bi giştî 717 proje bi bihayê 1 trilyon û 29 milyar dînar hatine cîbicîkirin. Dabeşkirina van projeyan li gorî parêzgeh û îdareyên serbixwe wiha ye:
- Parêzgeha Hewlêrê: 170 proje, 1,149 km rê bi bihayê 481 milyar dînar.
- Parêzgeha Dihokê: 72 proje, 534 km rê bi bihayê 327 milyar dînar.
- Parêzgeha Silêmaniyê: 238 proje, 436 km rê bi bihayê 143 milyar dînar.
- Îdareya Serbixwe ya Soranê: 78 proje, 319 km rê bi bihayê 16 milyar dînar.
- Îdareya Serbixwe ya Raperînê: 79 proje, 98 km rê bi bihayê 43 milyar dînar.
- Parêzgeha Helebceyê: 24 proje, 122 km rê bi bihayê 4 milyar dînar.
- Îdareya Serbixwe ya Germiyanê: 47 proje, 18 km rê bi bihayê 15 milyar dînar.
- Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê: 9 proje, 5 km rê bi bihayê 1.2 milyar dînar.
Projeyên Stratejîk ên Rêyên Sereke
Hinek ji projeyên herî girîng ên ku rêyên navbera bajaran bi hev ve girêdidin ev in:
- Rêya Hewlêr – Dihok: Dirêjahî 86 km
- Tûnela Pîrmamê: Dirêjahî 2.5 km
- Pira Zêyê Mezin: Dirêjahî 900 metre
- Rêya Kalar – Kifrî: Dirêjahî 25 km
- Rêya cot-sayd a Hacî Omeran (Sînekzan-Derbendî): Dirêjahî 38 km
Her wiha kar li ser çend projeyên din ên stratejîk berdewam e, wek Rêya Lankar-Derbendîxan ku heta niha %70ê wê temam bûye.
Projeyên nav bajaran ji bo kêmkirina qerebalixê
Ji bo çareserkirina pirsgirêka trafîkê li nav bajaran, gelek projeyên girîng hatine çêkirin, di nav de:
- Rêya 150 Metrî ya Hewlêrê: Çendîn qonaxên vê rêya stratîjk bi bihayekî mezin hatine temamkirin.
- Rêya 120 Metrî ya Dihokê: Projeyên ji bo avakirina beşên nû yên vê rêyê.
- Projeyên li Barzan: Ji bo hêsankirina hatûçûnê û girêdana navçeyê bi rêyên sereke re.
- Pirên Derbasbûnê li Silêmaniyê: Wek pira Farûq, pira Xalê û yên din.
Xebatên ewlehiya trafîkê
Ji bilî çêkirina rêyan, Wezareta Navxwe bi tîmên xwe yên navxweyî, bêyî hevkariya kompanyayên biyanî, gelek karên ji bo ewlehiya trafîkê jî bi cih anîne. Di du salên dawî de, 883 km ji rêyên sereke hatine xêzkirin, 16,213 tabela û hêmayên curbicur ên trafîkê hatine danîn û nêzîkî 45 km ji rêyan bi hesinên parastinê hatine dorpêçkirin.