Hîwa Efendî: Em mijûlî dîjîtalkirina dezgehên hikûmetê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyaran dibêje, “Armanca me ew e ku welatî hewceyî serdana fermangehan nebin.” Herwesa dibêje, “Niha baldariya me bi temamî li ser kêmkirina xerciyan e.”
Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyaran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Efendî îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Me gavên gelek mezin di kêmkirina rotînan û dîjîtalîzekirina dezgehan de avêtine. Ew bingeha ku me danaye ji bo kêmkirina xerciyên nepêdivî û zêdekirina dahatan alîkar bû.”
Hîwa Efendî herwesa got, “Me sîstema nasnameyan a elektronî temam kiriye. Welatiyan hemî zanyarên xwe di mobîlên xwe de hene û dikarin bi vê sîstemê karûbarên xwe li dezgehan bi rê ve bibin. Çi kesek jî nikare zanyarên wan bibîne.”
Navbirî amaje jî da, “Armanc ji dîjîtalkirinê bihêzkirina xizmetan e. Herwesa ji bo elektronîkirina her fermangehekê, dema sê heta şeş mehan pêdivî ye. Niha bladariya me bi temamî li ser kêmkirina xerciyan e.”
Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyaran tekez jî kir, “Dîjîtalkirina xizmetan dê bibe sedema berdestbûna zanyaran, dîjîtalkirina xizmetan bûye sedema kêmkirina rotînan. Em mijûlî dîjîtalkirina dezgehên hikûmetê ne, armanc jî ew e ku welatî hewceyî serdana fermangehan nebin.”