Kurdistanê ji bo parastina ewlehiya avê 120 gol û 8 bendav çêkirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê bi avakirina 120 golên avê (pond) û 8 bendavan, niha xwedî şiyana girtin û komkirina 10 milyar metre sêcar avê ye.
Rêveberê Projeya Bendava Diwênê Ferîdûn Sabir îro 11ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, "Em di qonaxa dawî ya taqîkirina bendavan de ne. Beşek ji van taqîkirinan li derveyî welat tên kirin; nimûne li vir tên wergirtin û encam ji derve vedigerin. Encamên teqîkirinên navxweyî jî gihiştine destê me."
Ferîdûn Sabir herwiha got, "Niha em di beşa dawî ya qonaxa taqîkirinê de ne. Piştî temambûna vê qonaxê em ê dest bi çêkirina rêya bendavê bikin û li dû wê jî avakirina bendavê bi xwe dest pê dike."
Tekez kir jî, dê li du cihên cuda du rêyên du-alî (dusedî) ji bo bendavê bên çêkirin da ku herêm bibe navçeyeke geştyarî û destnîşan kir ku ji bo vê yekê ti dar nayên birîn.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, Dr. Karwan Sebah Hewramî dibêje: "Pêşîniya Kabîneya Nehem, girîngîpêdana bi binesaziya bingehîn bû, bi taybetî binesaziya avê. Di vî warî de jî giringiyeke mezin bi komkirina avê hat dan, ji ber vê yekê piştgiriyeke berçav ji bo avakirina gol û bendavan hat kirin."
Dr. Hewramî destnîşan kir jî, "Hejmareke mezin a gol û bendavan hatin temamkirin û em ê bandora van projeyan di salên pêş de bibînin."
Li Herêma Kurdistanê, bi armanca misogerkirina asayîşa avê, dabînkirina ava paqij, rûbirûbûna hişkesaliyê, zêdekirina berhemên çandiniyê û piştgiriya ajalvaniyê, bi dehan gol, bendav û projeyên av û avaçûnê hatine avakirin.
Guhertinên keşûhewayê û kêmbûna baranê li seranserê cîhanê, bûne gefên mezin û Herêma Kurdistanê jî ji van bandoran bêpar nemaye. Lêbelê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Kabîneya Nehem de hewlên xwe zêde kirine, da ku bi rêya cîbicîkirina gelek projeyên stratejîk û sûdwergirtina ji ava ser erdê, bandorên neyînî kêm bike.