Leyla Zana: Roleke karîger a Serok Barzanî di Pêvajoya Aştiyê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ragihand, Herêma Kurdistanê di çareserkirina pêvajoya aştiyê de xwedî roleke karîger e û got, "Em hêvîdar in ku Kurdistan ji bo tevahiya cîhanê bibe mînakeke xweşik."

Siyasetmedara Kurd a Bakurê Kurdistanê Leyla Zana şeva borî 10ê Tîrmehê di kongreyeke rojnamevaniyê de axivî û got, "Heft sal in ez nehatibûm Herêma Kurdistanê û min bêriya Kurdistanê kiribû." Herwiha diyar kir, "Em hêvîdar in ku Kurdistan bibe mînakeke xweşik ji bo hemû cîhanê, û em dev ji zimanê tund û şikandina hev berdin."

Leyla Zana destnîşan kir, Herêma Kurdistanê di pêşveçûna pêvajoya aştiyê de roleke girîng dilîze û wiha got: "Di sala 2013an de, Serok Barzanî destpêşxerî kir."

Zana da zanîn, zêdetirî du salan e Herêma Kurdistanê bi awayekî dîplomatîk roleke berbiçav lîstiye û ev rol hêj berdewam e. Herwiha got, "Em dixwazin ji bo hemû aliyan eşkere bikin ku Kurd alîgirê aştî û aramiyê ne ji bo herêmê."

Di dawiya axaftina xwe de, Leyla Zana bal kişand ser guhertina siyaseta têkoşînê û got, "Ya herî girîng ew bû ku me karî ew têgihiştina ku digot 'Kurd tune ne' biguherînin."

 
Fly Erbil Advertisment