Pêvajoya çekdanîna PKKê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Pêvajoya çekdanînê ya komeke endamên PKKê li şkefta Caseneyê li sînorê Sûrdaşê li qezaya Dukanê hat destpêkirin. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, di qonaxa yekê de 20 heta 30 endamên PKKê dê çekên xwe danin, wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Nûnerê Serok Barzanî Hêmin Hewramî ligel şandeyeke payebilind ji Dem Partiyê û partî û aliyên siyasî yên başûr û bakurên Kurdistanê, tevî nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal tevlî merasîma çekdanînê ya PKKê bû.
Piştî 41 salên têkoşîna çekdarî û kuştina zêdetirî 40 hezar kesan di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de, piştî banga 27ê Sibata 2025ê ya Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan ji bo çekdanîn û xwehilweşandinê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek parve kir û tê de ragihand ku, ew dê pabendî banga Ocalan ya çekdanînê bin. Tekez jî kir ku, pêvajoya aştiyê bi awayekî yekalî pêş nakeve.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, hêzeke zêde ya ewlehiyê li deverê hatiye belavkirin, zêdebarî wê yekê ku li asmanî jî helîkopter çavdêriya rewşa ewlehiyê ya deverê dike.