Pêvajoya çekdanîna PKKê bidawî hat
Navenda Nûçeyan (K24) - Pêvajoya çekdanînê ya PKKê li Şkefta Caseneyê bidawî hat, 30 çekdaran çekên xwe şewitandin ku ji Kilaşînkov, PKC, RPG û nîşangiran pêk dihatin.
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Aras Emîn got, “Di nav wan çekdaran de, çar fermandarên payebilind ên PKKê jî çekên xwe danîn.”
Wekî bersivek ji bo banga Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan ya roja 27ê Sibatê, komeke çekdarên PKKê îro çekên xwe danîn û şewitandin.