Dem Partî: Serdemeke nû ji bo çareseriya pirsa Kurdan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partiyê piştî qonaxa yekê ya pêvajoya çekdanînê ya PKKê ragihand, “Niha dema xurtkirina têkoşîna ji bo siyaseta demokratîk e.” Herwesa got, "Ev karê îro di dîroka sedsalî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de xaleke werçerxê bû."

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) ragihandinek li ser qonaxa yekê ya pêvajoya çekdanînê ya PKKê li Silêmaniyê parve kir.

Di wê ragihandinê de hatiye, "Niha dema wê yekê ye ku em bi hev re ji bo Tirkiyeyeke demokratîk pêngavan biavêjin, herwesa niha ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk demeke pir guncayî ye."

Dem Partiyê amaje jî da, “Komeke girêdayî PKKê îro çekên xwe şewitandin, ev kar jî di dîroka sedsalî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de xaleke werçerxê bû.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye, “Ew pêvajoya îro piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir, herwesa serdemeke nû ji bo çareserkirina pirsa Kurdan û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk derketiye holê.”

Dem Partiyê tekez jî kir, “Ne tenê pirsa Kurdan, lê hemî pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin.” Herwesa got, "Aştî destkeftiya me ya hevpar e."

Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.