Şaxewan Ebdullah: Êdî divê em guh nedin sozên Bexdayê û helwesteke nû nîşan bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah peyameke tund derbarê helwesta Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê û mûçexwaran de belav kir û got: "Êdî dema wê hatiye ku sînorek ji bo vê bêrêzî û yasaderketinê were danîn"

Şaxewan Ebdullah îro 12ê Tîrmehê di peyama xwe de ku li ser tora civakî ya Facebookê parve kir, tê de nerazîbûna xwe li hember helwestên Bexdayê anî ziman û pirsî: "Gelo êdî ne bes e?"

"Armanca wan birçîkirina xelkê ye"

Şaxewan Ebdullah di peyama xwe de nivîsand: "Di dema borî de wan hemû sînor derbas kirin, destê xwe avêtin qûtê (nanê) xelkê û biryara birçîkirin û mirina xelkê Kurdistanê dan." 

Ebdullah ev kiryar weke "tawan" bi nav kir û got: "Ev tawan, di dîroka avabûna Iraqê de heta niha, cara yekem e ku tê kirin. Wan mûçe nebirîn da ku careke din bidin, neft ranegirtin da ku careke din berdin."

Cîgirê Serokê Parlamentoyê her wiha amaje bi hincetên Bexdayê kir û got: "Ya ji hemûyan xerabtir, demkujî û dirêjkirina vê siyasetê ye di bin behaneyên curbicur de; carinan Dadgeha Federal, carinan jî avakirina komîteyan. Armanca wan ew e ku xelkê zêdetir birçî bikin."

"Xelkê Kurdistanê helwesteke nû dixwaze"

Di dawiya peyama xwe de, Şaxewan Ebdullah tekez kir, êdî divê dawî li van kiryaran were anîn û got: "Ez piştrast im ku hikûmeta me dê xema vê mijarê bixwe û nahêle ku xelkê me ji vê zêdetir were birçîkirin."

Ebdullah daxwaza xelkê jî anî ziman û got: "Xelkê Kurdistanê jî ji me dixwaze ku em êdî baweriya xwe bi soz û gotinên wan ên şêrîn neynin û li hember tawana ku li dijî xelk û herêma me dikin, helwestekê nîşan bidin. Pêngava rast jî ev e."