Erdogan: Di dîroka Tirkiyeyê de rûpeleke nû hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê qonaxa yekem a çekdanîna PKKê de ragihand, "rûpeleke nû di dîroka Tirkiyeyê de hatiye vekirin" û tekez kir ku dê ji bo çareseriyê komîsyoneke taybet li parlamentoyê ava bikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 12'ê Tîrmeha 2025'an, piştî qonaxa yekem a çekdanîna 30 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şikefta Caseneyê ya li parêzgeha Silêmaniyê, daxuyaniyek da.
"Êdî xwîn narêje, dîwarê terorê tê rûxandin"
Erdogan bal kişand ser zirarên mezin ên şerê 47 salan û got: "10 hezar leşkerên me di şerê dijî PKKê de hatin kuştin. Ji ber şaşiyên dewletê, gelek gundên me hatin wêrankirin û du trilyon dolar zirar gihîşt Tirkiyeyê."
Da zanîn jî, êdî ji bo Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kiriye û got: "Rûpeleke nû di dîroka Tirkiyeyê de û deriyekî nû ji bo sedsala nû ya Tirkiyeyê vebû. Ji bo ku êdî dayik hêsiran nerijînin û xwîn nerêje, em ji nêz ve kar dikin."
Erdogan destnîşan kir, "li ser bingeha banga Îmraliyê, PKKê xwe hilweşand" û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ti tawîz û lihevkirineke veşartî nîne. Herwiha got: "Îro Tirkiye ji duh bihêztir û bihêvîtir e. Dîwarê terorê tê rûxandin û em ketine qonaxa dawîanîna li terorê. Lê dawîanîna li terorê ne li gor dilê hinek kesan e, ji ber ku bi dawîhatina terorê re, ew kes dê bêkar bimînin."
"Em ê bi DEM Partî û MHPê re pêngavan bavêjin"
Derbarê gavên paşerojê de, Erdogan ragihand, ew ê ji bo pêvajoya aştî û reformên yasayî komîsyoneke taybet li parlamentoyê ava bikin û wiha axivî: "Em ê bi DEM Partî û MHPê re pêngavan ji bo paşerojê bavêjin. Me berê bi rehmetî Sirri Sureyya re û niha jî bi Pervin Buldan û Mithat Sancar re hevdîtin kirin û li ser gavên pêşerojê yên pêvajoya aştiyê me guftûgo kir. Em bawer dikin ku dê karên baştir bên kirin û parlamento jî dê piştgiriyê bide vê yekê."
Spasî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurdan li herêmê û spasiya aliyên ku piştgirî dane pêvajoyê kir.
Erdogan got: "Divê pirsgirêka Kurdên Iraq û Sûriyeyê jî were çareserkirin. Daxuyaniyên nûnerê Amerîkayê yên ji bo Sûriyeyê cihê kêfxweşiya me bûn. Divê teror li Sûriyeyê jî bi dawî bibe."
Erdogan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji îro pê ve, em dê pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û biratiyê pêş bixin. Ez spasiya hemû kesên ku piştgirî dan pêvajoya aştiyê dikim û bi taybetî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo serxistina pêvajoyê piştgirî da."