Karkirin li ser peojeya cadeya dualî ya Dihok- Baedrê berdewam e

Rêya Dihok-Baedrê
Rêya Dihok-Baedrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê projeya çêkirina cadeya dualî ya Dihok-Baedrê ji Kurdistan24ê re got, “Em wekî şîrketa ‘North Life’ê li ser karûbarên vê projeyê berdewam in.”

Herwesa got, “Wekî hûn dizanin, li roja 03.06.2024 li jêr serperiştiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo vê projeyê hat danan û li roja 11.08.2024ê bi rengekî kiryarkî dest bi karûbarên wê hat kirin.”

Eşkere jî kir, “Dirêjahiya vê projeyê 26 kîlometrên temam e, ji çarriyana Baedrê dest pê dike heta derazînka bajarê Dihokê. Bi temamkirina vê projeyê, her ji bajarê Hewlêrê heta bajarê Dihokê yê xweşevî, cade hemî dibe dualî.”

Amaje jî da, “Di vê projeyê de, zêdetirî 600 amûrên cuda cuda kar dikin û hezar 500 karker bi şev û roj bi rengekî berdewam li ser wê kar dikin, da ku zûtir bikeve ber xizmeta welatiyan.”

Tekez jî kir, “Em dixwazin bibêjin ku ev kêmtirî salekê ye ku kar li ser vê projeyê tê kirin û bi rengekê kiryarkî heta nêzîkî 70% ji karûbarên wê temam bûne.”

 
Fly Erbil Advertisment