Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Leahy: DAIŞ hîn jî gef û metirsiyeke cidî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê tekez dikin ku, DAIŞ hîn jî li ser aramî û tenahiya Iraq û Sûriyeyê gef û metirsiyeke cidî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy û şanda pê re re civiya.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de, ku Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan, Serokerkanê Pêşmergeyan û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûbûn, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pêvajoya çaksaziyê û hevgirtinê hêzên Pêşmergeyan û metirsiyên terorê û livînên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku, DAIŞ hîn jî li ser aramî û tenahiya Iraq û Sûriyeyê gef û metirsiyeke cidî ye, di vî warî de jî tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û alîkariya hevpar a artêşa Iraqê û Pêşmergeyan bi Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re ji bo rûbirûbûna DAIŞê kir.

Nêçîrvan Barzanî spasî û rêzên xwe ji bo rola Hevpeymaniya Navneteweyî û alîkarîkirina wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna metirsiyên terorê de tekez kirin, herwesa pesna rol û bizavên General Leahy kir û xasma jî ji bo piştgirî û alîkarîkirina wî ji bo pêvajoya çaksaziyê û hevgirtina hêzên Pêşmergeyan û daxwaza serkeftinê jî jê re kir.

Rewşa Sûriyeyê û Kurd û pêkhateyan li wê derê, pêşhatên dawiyê yên deverê û bandor û encamên wan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramî û tenahiya Rojhilata Navîn û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring bûn jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

Fly Erbil Advertisment