9 sal bi ser koça dawî ya dengbêj Bavê Selah re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro, 14ê Tîrmeha 2025an, neh sal bi ser koça dawî ya hunermend û dengbêjê mezin ê Kurd, Ebdilrehman Omer, ku bi navê Bavê Selah tê naskirin, derbas dibin. Bavê Selah, ku yek ji dengên herî navdar ê herêma Efrînê û Rojavayê Kurdistanê bû, bi dehan salan jiyana xwe ji bo parastin û vejandina stran û kelepûra Kurdî terxan kir.
Jînenîgarî û destpêka rêwîtiya hunerî
Bavê Selah di sala 1952an de li gundê Gorda yê ser bi Efrînê ve jidayik bû. Rêwîtiya wî ya hunerî di destpêka salên 1980î de dest pê kir û di demeke kurt de weke dengbêjekî xwedî şêwaz û hostayê stranên Kurdî yên kevnar, li seranserê Kurdistanê navdar bû. Hunera wî sînor nas nedikir; wî li gelek welatên Ewropayê, Rûsya, Libnan, Urdun û Îmarata Erebî aheng û şevbuhêrkên Kurdî li dar xistin û bi dehan kaset û klîb tomar kirin.
Bavê Selah hunera xwe ji kaneke dewlemend a çanda devkî wergirtibû. Ew fêrî stran û destanên Kurdî ji diya xwe Gulê, bapîrê xwe yê dengbêj Îbrahîmê Tirko, û hostayên din ên navdar ên weke Cemîl Horo, Ehmed Axa û Silêmanê Aho bûbû. Her wiha, wî her dem xwe weke şagirtekî hunermendê mezin Adîk didît. Weke nîşana rêz û baweriyê, Adîk berî koça xwe ya dawî, tembûra xwe diyarî Bavê Selah kiribû.
Têkoşîn û mîrateya wî ya dewlemend
Jiyana Bavê Selah ne tenê bi hunerê, lê di heman demê de bi têkoşînê jî derbas bû. Ji ber karê wî yê dengbêjiyê û helwesta wî ya niştimanî, ew gelek caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatibû girtin û zindan dîtibû. Ligel van hemû zextan, wî di dirêjahiya kariyera xwe de gelek xelat jî wergirtin.
Bavê Selah ne tenê dengbêjek, lê di heman demê de lêkolînerekî kelepûra Kurdî bû. Wî gelek lêkolîn li ser stranên kevnar amade kiribûn û dîwaneke wî ya helbestên klasîk jî amade bû, lê mixabin nehate çapkirin. Wî li pey xwe arşîveke pir mezin a hunerî û çandî hişt ku ji bo nifşên nû bibe çavkaniyeke girîng.
Hunermend Bavê Selah, roja 23ê Hezîrana sala 2016an ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneya "Avrîn" a Efrînê û di 14ê Tîrmehê de li heman bajarî koça xwe ya dawî kiribû.