Konsulê Tirkiyeyê: Çekdanîn di pêwendiyên Tirk û Kurdan de rûpeleke nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê pêngava çekdanîna PKK'ê wek gaveke "dîrokî" û "vekirina rûpeleke nû" di pêwendiyên Tirk û Kurdan de bi nav kir. Topçu herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber rola wê ya girîng di pêvajoyê de.

Konsulê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu îro 15ê Tîrmehê ji K24ê re hêviya xwe anî ziman ku bi vê pêngavê re serdemeke nû dest pê bike û got:

"Bi rastî proseya Tirkiyeya bêteror û merasîma çekşewitandinê ya beriya çend rojan, nîşaneya vekirina rûpeleke nû ye. Êdî deftera terorê bi temamî tê girtin. Em hêvî dikin di vê proseyê de, wek Tirk, Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên din, biratî û yekîtiya me bihêztir bibe. Em hêvî dikin careke din bi pirsgirêkeke wiha re rûbirû nebin."

Konsulê Tirkiyeyê di axaftina xwe de bi taybetî tekezî li ser rola erênî û alîkariya damûdezgehên Herêma Kurdistanê kir di birêveçûna vê proseya girîng de.

 
Fly Erbil Advertisment