Wezîrekî Îsraîlê: Divê Serokê Sûriyeyê were tunekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Revenda Cihûyan yê Îsraîlê Amichai Chikli di daxuyaniyeke tund de banga "tunekirina" Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir û ew weke "terorîst û kujerekî hov" bi nav kir. Daxuyaniya Chikli piştî ketina hêzên artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê bo bajarê Siweydayê û pevçûnên dijwar ên li dijî civaka Durzî hat.
Chikli îro 15ê Tîrmehê di daxuyaniya xwe de Şera bi Hemasê da ber hev û got: "Eger [Şera] weke Hemasê xuya bike, weke Hemasê biaxive û weke Hemasê tevbigere, ew Hemas e."
Wezîrê Îsraîlî di berdewamiya axaftina xwe ya tund de wiha domand: "Divê em li hemberî rejîma terorê ya 'Îslamo-Nazî' ya endamên El-Qaîdeyê yên bi ‘cilûbergên modern’ destgirêdayî nemînin." Chikli bi awayekî eşkere gef li serokê Sûriyeyê xwar û got: "Şera terorîst e, û baştir e ku niha were tunekirin."
Amichai Chikli bûyerên li Siweydayê weke "komkujî" bi nav kir û got: "Em niha komkujî û sivikatiyên li dijî Durziyan dibînin, û divê li dijî rejîma terorê ya li Sûriyeyê şer were kirin."
Rewşa Siweydayê û bîlançoya şer
Ev daxuyanî di demekê de tê ku ji roja Yekşemê ve, li rojavayê parêzgeha Siweydayê di navbera komên eşîrên "Bedo" û hêzên hikûmeta Sûriyeyê ji aliyekî ve, û çekdarên Durzî ji aliyê din ve, şer û pevçûnên giran rû didin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR), ji destpêka gera dawî ya şer ve herî kêm 116 kes hatine kuştin. Ji wan, 64 kes Durzî ne û 52 kes jî leşkerên Sûrî û çekdarên eşîrên Bedo ne.
Li gorî zanyariyên nefermî, hejmara Durziyan li Sûriyeyê digihîje nêzîkî 800 hezar kesî û bi giranî li parêzgehên Siweyda, gundewarê Şamê, Quneytra û Idlibê dijîn.