Dijeterora Kurdistanê: Bi dronê êrîşî zeviyeke petrolê ya Baedrê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê ragihand, “Îro careke din bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li komelgeha Baedrê ya girêdayî qezaya Şêxanê hat kirin.

Dijeterora Kurdistanê îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Seet 7:10 ê êvara îro, careke din bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li komelgeha Baedrê, ku girêdayî qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ye, hat kirin.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye, “Wê êrîşa ku bi rêya dronê hatiye kirin, tenê zirarên madî hebûn û tu zirareke canî jê peyda nebûye.”

Ev jî di demekê de ye ku, di navbera seet 6:00 û 07:14 ê sibeha îro de bi rêya çar dronan êrîşî sê zeviyên petrolê hat kirin, ku du ji wan li rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li qezaya Şêxanê ya Dihokê ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment