Dijeterora Kurdistanê: Droneke din li derdora Hewlêrê ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, îro ji bo cara duyem droneke bombekirî li derdora Hewlêrê ketiye xwarê. Ev bûyer di demekê de ye ku zincîreya êrîşên li ser binesazî û kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê berdewam e.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro 17ê Tîrmehê saet 10:50, droneke bombekirî li nêzîkî gundê Sûrêj ê ser bi nahiya Şemamkê ya parêzgeha Hewlêrê kete xwarê.

Hat ragihandin ku "bi xweşbextî ji ber bûyerê ti ziyaneke canî û madî çênebûye."

Êrîşên din ên li ser Herêmê

Ev di demekê de ye ku her îro danê sibehê, saet 01:27, droneke din a bombekirî li nêzîkî gundê Cêjnîkan ê ser bi navçeya Behrkê ya Hewlêrê ve ketibû xwarê.

Herwiha, êvara duh 16ê Tîrmehê, bi droneke bombekirî êrîşî kêlgeha petrolê ya Amerîkî 'Hunt Oil' li Baedrê ya ser bi Şêxanê ve hatibû kirin. Danê sibehê ya heman rojê jî, bi çar dronan êrîşî sê kêlgehên din ên petrolê li Zaxo û Şêxanê hatibû kirin.

Bêdengiya Bexdayê

Di rojên dawî de, êrîşên bi dronên bombekirî li ser bajarên Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser kêlgehên petrolê, berdewam in. Her çiqas Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo lêkolînkirina van êrîşan komîteyek taybet pêk anîbe jî, lê belê heta niha di derbarê arastekirina dronan de ne kes hatiye girtin û ne jî kes hatiye cezakirin.

 
Fly Erbil Advertisment