Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyê hinardekirina petrolê û pêvajoya aştiyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Tîrmehê, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, gelek mijarên girîng hatin nirxandin.
Mijarên sereke pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Iraq û herêmê, û giringiya destpêkirina hinardekirina petrolê bûn. Herwiha tekezî li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û dabînkirina şayisteyên wê yên darayî ji aliyê hikûmeta federal ve hate kirin.
Di beşeke din a civînê de, tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşên terorîstî yên li ser binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di heman demê de, giringiya zêdekirina hewldanan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, weke beşeke girîng a gotûbêjan hate nirxandin.
Serokwezîr Barzanî spasiya Tirkiyeyê kir ji ber hêsankarî û alîkariya wê ya ji bo welatiyên Herêmê di dema alozî û şerên dawî yên li herêmê de.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Tirkiyeyê pesnê reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de da, bi taybetî jî projeya "Ronahî" ya ji bo dabînkirina kehrebeya 24 saetî.