Balyozê Tirkiyê spasiya hewlên Serok Barzanî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan û şanda pê re kir. Di civînê de, rewşa siyasî ya herêmê û bi taybetî Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu jî amade bû, guftûgo li ser pêşhat û rewşa siyasî ya herêmê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin kirin.
Xaleke din a girîng a civînê, Pêvajoya Çareseriya Aştiyê ya li Tirkiyeyê bû. Di vê derbarê de, Balyozê Tirkiyeyê spasiya Serok Barzanî kir ji ber rola wî ya girîng a ku di salên borî de di piştgirîkirina pêvajoya aştiyê de lîstiye.
Di hevdîtinê de herwiha behsa têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî hate kirin.