Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina birîndarên bajarê Kûtê amade ye
“Li ser pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirin û çarekirina birîndarên bajarê Kûtê amade ye”

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina nîgeranî, hevxemî û amadebûna ji bo alîkarîkirinê ji bo pêşwazîkirin û dermankirina birîndarên bûyera şewata li Kutê gihand Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê, Parêzgerê Wasitê û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Wasitê.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) ragihandinek li ser rûdana bajarê Kûtê parve kir.
Di wê ragihandinê de hatiye, “Li ser pêşniyar û bi nûnerîtiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li serê sibeha îro peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina nîgeranî, hevxemî û amadebûna ji bo alîkarîkirin ji bo pêşwazîkirin û çarekirina birîndarên bûyera şewata bajarê Kutê bi rêya telefonê gihand Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqa Federal Dr. Salih Hisnewî, Parêzgerê Wasitê (Kût) Mihemed Miyahî û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Kûtê Dr. Cebar Yasirî.”
Wezareta navbirî amaje jî daye, “Nîgeranî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û pêşniyara wî ji bo amadebûna Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo hawarhatin, dermankirin, şandina her kelûpeleke bijîşkî û pêşwazîkirina birîndaran û nexweşan ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û alîkarîkirina wan diyar kir.”
Li beranber jî, Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqa Federal, Parêzgerê Wasitê û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Wasitê, li gel silav û rêz û pesnê vê helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiyeke taybet pêşkêşî wî kir ji bo vê pêşengiya mirovdosî û hevahengî û alîkariya mirovî ji bo vê bûyera trajîk.
Ji ber şewata avahiyeke pêncqatî, îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) li bajarê Kutê yê girêdayî parêzgeha Wasitê, 61 kes mirine ku piraniya wan ji ber dûmana agir xeniqîne.