Kurdistan24 masterplana nû ya Bêxalê eşkere dike

Bêxal
Bêxal

Navenda Nûçeyan (K24) - Li havîngeha Bêxalê, avakirina jêrxaneyeke mukom a geştiyariyê li deverê dest pê dike. Ji bo razîkirina kedkarên Bêxalê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana xwe heye.

Serpereştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Kurdistan24ê re got, “Dîzayna masterplana nû ya havîngeha Bêxalê temam bûye. Em bizavê dikin ku bi kedkaran re mekanîzmeke guncayî bi dest bixin, da ku ew zirarê nebînin. Herwesa em piştrast in ku welatiyên deverê dê ji masterplana vê projeyê feydeyî werbigirin.”

Seîd Hisên, ku li havîngeha Bêxalê xwediyê xwaringehekê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev demeke gelek dirêj e ku em li vê derê dixebitin, em dixwazin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî mekanîzmeke guncayî bi me re peymanekê çê bike.”

Geştiyarên navxweyî û biyanî berdewam qesta Bêxalê dikin. Ji bo guhertina dîzayna nû, pêştir danûstandin bi kedkarên vê derê re hatine kirin û biryar e civîna dawiyê jî ji bo hevfêmkirin û diyarkirina mekanîzma razîkirina kedkarên Bêxalê bê kirin.

Ev masterplan berfireh e û sînorên sê bajarkên rêveberiya Soranê vedigire. Ji bo Bêxalê jî, li ser pêşniyara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dîzayneke balkêş hatiye amadekirin. Piştî ku temam bibe, tê payîn ku li ser asta cîhanê bala geştiyaran bikêşe.

 
 
Fly Erbil Advertisment