Kavîn Şêx Seîd: Mesrûr Barzanî hemî bizav bo dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê kirine

Kavîn Şêx Seîd
Kavîn Şêx Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Kavîn Şêx Seîd got, “Mesrûr Barzanî hemî bizavên xwe ji bo dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê kirine.”

Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Kavîn Şêx Seîd ji Kurdistan24ê re ragihand, “Wekî xemxwerî ji bo mûçexurên Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemî bizavên xwe kirine, da ku bi hikûmeta federal re lihevkirinekê bike û mafên darayî dabîn bike, lê Iraq li ser peymanan cidî nîne.”

Kavîn Şêx Seîd amaje jî da, "Tiştê ku Iraq dixwaze ne lihevkirin e, lê teslîmbûn e. Heta Encûmena Nûnerên Iraqê Iraqê û Dadgeha Federal jî di têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de roleke xirab dilîzin."

Wê endama Encûmena Nûnerên Iraqê ron jî kir, "Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemî bizavên xwe kirin da ku bi Hikûmeta Iraqê re lihevkirinekê bike. Ev jî ji ber xemxweriya ji bo xelkê Kurdistanê bû ku di rewşeke aborî ya dijwar de bû, hêvî kir ku ew lihevkirin demdirêj be ne demkurt."

Endama navbirî eşkere jî kir, "Hemî aliyên Iraqî bi vê lihevkirinê kêfxweş nînin, lê niha ji bo Iraqê lihevkirin ji her tiştekî girîngtir e."

Kavîn Şêx Seîd herwesa got, “Encûmena Nûnerên Iraqê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de roleke bibandor nîne û Dadgeha Federal jî erkê xwe yê qanûnî wekî pêdivî bi cih nayîne.”

 
Fly Erbil Advertisment