5 bajarên Iraqê di Lîsteya Germtirîn Deverên Cîhanê de cih digirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî lîsteyeke nû ya cîhanî, pênc bajarên Iraqê weke germtirîn deverên ser rûyê erdê hatin destnîşankirin. Di serê lîsteyê de, parêzgeha Amara ya Iraqê weke herêma herî germ cih digire.
Ji ber guherîna keşûhewayê û nebûna keskatiyeke têr, Iraq ketiye nav lîsteya welatên ku xwedî germtirîn cihên cîhanê ne. Ev yek ne tenê pileyên germê digihîne astên rekor, lê di heman demê de dibe sedema zêdebûna bûyerên din ên xwezayî.
Kêmbûna qadên kesk li bajaran weke yek ji sedemên sereke yên bilindbûna pileyên germê di demsala havînê de tê dîtin. Ev rewş di heman demê de metirsiya şewatan jî zêde dike.
Ev rewşa dijwar a keşûhewayê, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike. Welatî di rewşeke zehmet de dijîn, bi taybetî ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn ên weke elektrîk û ava paqij a vexwarinê. Di germa havînê ya ku can distîne de, nebûna kehrebeyê ji bo xebitandina amûrên fênkkirinê, jiyana xelkê li van herêman aloztir dike.