Bakirhan: Ger pêvajo biser bikeve, dê demokrasî were Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, tevî hin kêmasiyan, heke pêvajo bi ser bikeve dê welat demokratîk bibe, lê tekez kir ew piştgiriyê nedin destûreke bingehîn a ku çareseriya pirsa Kurd tê de nebe.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji “T24” re derbarê pêvajoya bêçekbûna PKKê, komîsyona ku dê li Meclîsê bê avakirin û nîqaşên destûra bingehîn a nû de axivî.
Şertê sereke ji bo Destûra Bingehîn: Çareseriya Pirsa Kurd
Bakirhan destnîşan kir, pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk heye, lê ew ê piştgiriyê nedin destûreke ku van taybetmendiyan nehewîne. Herwiha tekez kir ku heke di destûra bingehîn a nû de çareseriya pirsa Kurd cih negire, ew ê jê re nebêjin "erê".
Banga li CHPê: Kî ji mînderê bireve, winda dike
Derbarê komîsyona ku plankirî ye li Meclîsê bê avakirin de, Bakirhan got ku divê CHP jî di nav de cih bigire û got: "Divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bêguman divê CHP hebe û ez bawer im ew ê li ser maseyê bin. Pêwîst e mirov li ser maseyê têbikoşe. Mase weke mîndera siyasetê ye. Kî ji mînderê bireve, winda dike. Heke em dixwazin aştiyê bi dest bixin, divê em li ser mînderê bin."
"Ger pêvajo serkeftî be, dê demokrasî bê"
Bakirhan bal kişand ser hin kêmasiyên di pêvajoyê de û got: "Pêvajo hîn di destpêkê de ye. Em hewl didin ku pêvajo bi pêş bikeve, lê pêvajoyeke bêkêmasî nîne. Hin fikar û guman derdikevin holê."
Lêbelê, derbarê encama pêvajoyê de bi hêvî axivî û got: "Ez pir eşkere dibêjim; heke ev pêvajo bi ser keve, ji nû ve neyê rakirin dolaba cemedê, mûxalefet jî piştgiriyê bide û hemû dînamîkên civakê bibin alîkar, dê demokrasî were Tirkiyeyê. Tirkiye dê wan çavkaniyên ku ji ber pirsa Kurd xerc dike, bide kedkaran û bindestan."