Ezîz Ehmed: Herêma Kurdistanê amade ye alîkariya xûşk û birayên me li seranserî Iraqê bike

Ezîz Ehmed
Ezîz Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku, niha Hewler xwediya av û elektrîkên 24-seetî ye. Herwesa got, "Herêma Kurdistanê amade ye ku li seranserî Iraqê alîkariya xûşk û birayên me bike.”

Cîgirê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed duhî (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî, “Hewler bajarê yekê yê Iraqê ye ku, pirsgirêkên av û elektrîkê tune ne.”

Cîgirê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Şêniyên bajarê Hewlerê niha 24 seetan av û elektrîk hene. Em dikarin ji ezmûna Hewlêrê çi ders fêr bibin?”

Ezîz Ehmed herwesa nivîsî, "Werin em deriyê diyalogê vekin û Herêma Kurdistanê amade ye ku li seranserî Iraqê alîkariya xûşk û birayên me bike."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir, ku dê heta 30 salên din bajarê Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya wê projeyê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir û herwesa behsa elektrîka 24-seetî, mûçeyên fermanberan, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din jî kir.