Li Ruhayê bo bîranîna Klaus Schmîdt duçerxe hatin ajotin
Diyarbekir (K24) – Li Ruhayê bo bîranîna kolyarnas Klaus Schmîdt ê ku Girê Mirazan ê Rûhayê ji aliyê wî ve hatibû kifşkirin çalakiyek bîranînê hat li darxistin. Di çalakiyê de heta Girê Mirazan a ku lîsteya UNESCOyê de cih digire duçerxe hat ajotin.
Li Ruhayê bi beşdariya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Ruhayê û Gerînendeyê Çand û Geştiyariya Ruhayê Aydin Aslan çalakiyek cawaz hat li darxistin. Çalakî ji bo bîranîna kolyarnas Klaus Schmîdt ê ku Girê Mirazan a Ruhayê ji aliyê wî ve hatibu kifşkirin hat pêkanîn.
Di 11. Salvegera Wefata Kolyarnas Klaus Schmîdt de beşdarên çalakiyê 20 kîlometre bi duçerxeyan çûn û gihîştin Girêz Mirazan. Çalakî ji aliyê Tîma Duçerxeyê ya Girêz Mirazan û Koma Duçerxeyê ya Ruhayê ve hat li darxistin. Yek ji armancên çalakiyê jî ew ku Girê Mirazan were danasîn û giringiya wê ya di qada geştiyariyê de jî were dîtin.
Girê Mirazan di sala 1994an de ji aliyê Kolyarnasê Almanî Profesor Klaus Schmîdt ve hatibû kifşkirin ku dîroka wê heta beriya zayînê 9600 salan jî diçe. Lêkolînên li ser Girêz Mirazan berdewam in û hîn jî nayê zanîn Girê Mirazan ji bo çi hatiye avakirin.