Serokê MÎTê bi rêveberên DEM Partiyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, îro 21ê Tîrmehê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên derbarê "Pêvajoya Çareseriyê" de, li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.
Civîn li avahiya Meclisê pêk hat û ji aliyê DEM Partiyê ve, ji bilî Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî beşdar bûn. Hat ragihandin, piştî pêşwazîkirin û kişandina dîmenan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Tê payîn, di civînê de geşedanên herî dawî yên derbarê Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a pirsa Kurd de bên nîqaşkirin.
Ev serdana Kalin wek pêngaveke girîng tê dîtin, ji ber ku di çarçoveya proseya nû ya aştiyê de pêk tê. Tê gotin ku ev serdanên Kalin, wek amadekariyekê ne beriya damezrandina Komîsyoneke Parlamentoyê ku dê proseya çareseriyê bi rê ve bibe.
Hatiye plankirin ku Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin, di rojên pêş de serdana serok û cîgirên fraksiyonên partiyên din ên wekî AK Partî, CHP, MHP, Îyî Partî û partiyên din ên di meclisê de jî bike.
Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku Kalin derbarê birêveçûna proseyê de zanyariyan bide partiyên siyasî, ji ber ku partiyan berê daxwaza şefafiyetê kiribûn û xwestibûn ku di vî warî de agahdar bên hiştin.