Cengiz Çandar: Heya Pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Cengiz Çandar, di hevpeyvînekê bi K24ê re, derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de ragihand, danîna çekan ji aliyê PKKê ve pêngaveke dîrokî û girîng e, lê tekez kir ku ev prose ne tenê bidawîkirina “terorê” ye, belkû dawîanîna li “serhildana Kurd” e ku ev 41 sal in berdewam dike. Çandar da zanîn ku partiya wan li benda gavên nû yên hikûmetê ye û got, “Heya pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye nabe welatekî demokratîk.”
“Pêşbîniya rojeke wiha nedihate kirin”
Cengiz Çandar diyar kir, ev demek dirêj bû li benda rojeke wiha bûn û got, heta çend meh berê jî kesî pêşbîniya geşedanên bi vî rengî nedikir. Çandar destpêka pêvajoyê bi daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024an de girê da û got: “Devlet Bahçelî, ku heta niha li dijî her hewldaneke çareseriyê bi awayekî tund rawestiyabû, ji nişka ve got, ‘Bila Abdullah Ocalan di koma partiya xwe de biaxive û bang li PKKê bike ku çekên xwe deynin.’ Vê yekê her kes matmayî hişt.”
“PKKê bi şêwazeke sembolîk çekên xwe danîn”
Çandar amaje bi çalakiya çekdanînê kir û ragihand, PKKê di 11ê Tîrmehê de, li pêşberî çapemeniya cîhanê, Tirkiyeyê û Kurdistanê, bi şêwazeke sembolîk çekên xwe danîn. Li gor Çandar, ev pêngav bersivek erênî bû ji banga Ocalan re ku di 27ê Sibatê de hatibû kirin û got, ev gaveke dîrokî ye ku nayê paşguhkirin.
“Ev ne pirsa terorê, dawîanîna li serhildana Kurd e”
Çandar nêrîna dewletê û nêrîna Kurdan a li ser vê pirsê ji hev cuda kir û got: “Dewleta Tirk dibêje ‘Tirkiyeya Bê Teror’. Lê ev ne tenê meseleya çekan e û ne jî çareseriya pirsa Kurd e. Ev dawîanîna li serhildana Kurd e ku 41 sal in berdewam dike. Sedema vê serhildanê jî înkarkirina hebûna Kurdan bû. Loma min jî dest bi vê xebatê kir.”
“DEM Partî li benda gavên nû ye”
Parlamenterê DEM Partiyê da zanîn, partiya wan niha li benda gavên nû ye û got: “Em li benda gotara Serokomar Erdogan a roja Şemiyê ne ku tê payîn gotareke dîrokî be. Em li bendê ne ku gavên berbiçav bên avêtin. Piştî şewitandina çekan, dê Tirkiye derbasî serdemeke aştiyê bibe.”
“Heya Pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe”
Çandar tekez kir, pirsa Kurd, pirsgirêka yekem a Tirkiyeyê ye û heta ku ev pirs neyê çareserkirin, Tirkiye nikare bibe welatekî bi temamî demokratîk û aram, herwiha nikare bibe hêzeke mezin li Rojhilata Navîn.
Herwiha got, “Wekî ku Turgut Ozal jî digot, Tirkiyeya ku hemû dad û destûrên xwe bi cih tîne, dikare ji bo bibe hêzeke mezin baz bide. Lê eger pirsa zikê wê (pirsa Kurd) biêşe, nikare baz bide.”
“Pêwîstiya guhertinên destûrî û yasayî heye”
Cengiz Çandar bal kişand ser gavên pêwîst ên ji bo çareseriyeke mayînde û ragihand, divê guhertinên bingehîn di destûr û yasayan de bên kirin: “Pênaseya welatîbûnê ya li Tirkiyeyê Kurdan nagire nava xwe. Kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin. Mafê Kurdan ê hilbijartinê nayê naskirin û li şûna nûnerên wan qeyûm tên danîn. Pêwîstiya van hemûyan bi guhertinê heye.”
“DEM Partî nûneratiya Kurdan dike”
Di dawiyê de, Çandar rola partiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de anî ziman û got: “Kurd bi dengên xwe di parlamentoyê de bûne hêza sêyem. Ev yek barê me girantir dike. Em nûneratiya Kurdan dikin û divê em ji bo çareseriyê bixebitin.”