Cotkarên Amûdê ji berhema petatan zirarê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Til Hebeş ê ser bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ve, cotkarên ku petate û pîvazan diçînin, ji ber nebûna piştgiriyê û erzaniya berhemên xwe gazinan dikin. Cotkar diyar dikin ku ji ber bihabûna lêçûnên çandiniyê û nebûna bazareke baş, ew ne tenê qezenc nakin, belkî zirarê jî dikin. Ev rewş bandoreke neyînî li ser karkerên çandiniyê jî dike ku bi mûçeyên kêm neçar dimînin bixebitin.

Cotkar: Em zirarê dikin

Cotkarên herêmê ku bi gelemperî salê du caran petatan diçînin, îsal ji ber erzaniya bihayê li bazarê û zêdebûna lêçûnan rûbirûyî zehmetiyên mezin bûne. Cotkar Sîpan Şêxmûs, ku li ser 18 donim erd petate çandiye, rewşa xwe wiha tîne ziman:

"Min li ser vê erdê nêzîkî 10 heta 11 hezar dolar pere xerç kiriye. Me texmîn dikir ku em ê kîloyê bi 1300 heta 1500 lîreyên Sûrî bifroşin, lê ji ber ku berhem ji derve hat, reqabet çêbû û niha bihayê wê daketiye 700-800 lîreyî. Rêveberiya Xweser jî piştgiriyê nade me, bo mînak mazota bi piştgirî bi 1450 lîreyî ye, lê ya sûkê 5450 lîre ye. Ev jî lêçûnên me gelek zêde dike."

Karker: Rojaneya me têra me nake

Zehmetiyên cotkaran rasterast bandorê li karkerên ku di zeviyan de dixebitin jî dike. Ji ber ku cotkar qezenc nakin, nikarin mûçeyên bilind bidin karkeran. Fatime Ehmed, ku bi sê endamên din ên malbata xwe re di zeviyekê de dixebite, dibêje:

"Em çar kes di malbatekê de kar dikin, rojane 50 hezar lîreyên Sûrî werdigirin, ku ev bi zorê têra me dike. Em nikarin ji xwediyê zeviyê jî zêdetir bixwazin, ji ber ku em rewşa wî dibînin. Pereyê ku em distînin tenê ji bo debara rojane ye. Ji ber bêkariyê, em neçar in vî karî bikin da ku bijîn."

Banga parastina berhemên xwemalî

Di salên dawî de, ji ber kêmbûna baranê û nebûna piştgiriyeke têr ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, zerereke mezin gihîştiye berhemên çandiniyê. Cotkarên herêmê bang li saziyên pêwendîdar dikin ku ji bo parastina berhemên navxweyî û dîtina bazarekê ji bo wan, alîkariya wan bikin.