Enderpasa Pîşesaziyê li Zaxoyê li demeke nêzîk tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Qîrkirina projeya enderpasa Pîşesaziyê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê hatiye destpêkirina, 90% temam bûye û dê di demeke nêzîk de ji bo xizmeta welatiyan bê vekirin. Ev proje li ser budceya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê tê çêkirin.
Projeya enderpasa Pîşesaziyê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê yek ji projeyên herî stratejîk ên bajarî ye û dê ji bo welatiyan hêsankariyeke baş bike, xasma jî ku ku wê cadeyê ji ber trafîklaytê qerebalixiyeke zêde peyda dikir. Herwesa ew proje dê nahyeyea Derkarê û qezaya Batîfayê jî bi navenda wî bajarî ve girê bide.
Rêveberê Projeya Enderpasa Pîşesaziyê ya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Cîhad Xalis ji Kurdistan24ê re got, "Ev proje di qonaxa dawiyê û qîrkirinê de ye, bi awayekî ku 90% bidawî hatiye.”
Cîhad Xalis herwesa got, “Ev proje bi gojimê nêzîkî heft milyar û 200 milyon dînaran li ser budceya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê tê çêkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Ev proje nêzî 500 metran dirêj e û ji du aliyan pêk tê, herwesa dirêjahiya cadeyên wê enderpasê 380 metr û firehiya wan jî heşt metr in û firehiya cadeyên alî jî li her du aliyên wê enderpasê 11 metr in."