Nivîskarê Kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelîkan koça dawî kir

Enqere (K24) – Yek ji damezrêner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelikan, ji ber krîza dil, îro 22ê Tîrmehê canê xwe jidest da û koça dawî kir.

Mem Xelikan, di 1956an de li Anatoliya Navîn, li gundê Qerejdaxa Konyayê ji dayik bûye. Dibistana destpêkê li gundê Qerejdaxê xwendiye û dibistana navendî û lîseyê jî li Ankarayê qedandiye.

Di sala 1975an de li Universîteya Egeyê, beşa Fakulteya Tibê dest bi xwendinê kiriye û di sala 1980î de mezûn bûye. 

Piştî qedandina zanîngehê, bi salan li Kuluya navçeya Konyayê û Enqereyê wekî bijîşk kar kir.

Mem Xelikan yek ji damezrîner û nivîskarên kovara Bîrnebûnê bû. Xelîkan ji bilî nivisîna helbestan, nivisên kulturî û folklorî jî dinivîsand û nemaze ji bo kovara Kurdên Anatoliya Navîn, Bîrnebûnê.

Ji bilî nivîsîna helbestan, nivîsên kulturî û folklorî jî dinivîsî. Herwiha di  salên dawî de bala xwe dida klamên Kurdên Anatolîya Navîn.

“Şevbider im”, kitêba wî ya pêşîn bû ku di sala 2009an de hatibû weşandin. 

Pirtûka wî ya duyem jî bi navê "Serenad" e.

 

 
Fly Erbil Advertisment