Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: Şamê bi fermî alîkariya leşkerî xwastiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şer û alozîyên dijwar ên li parêzgeha Siweydayê, hikûmeta Şamê ji bo alîkariya leşkerî bi awayekî fermî serî li Tirkiyeyê daye.
Kanala “TRT” ya Tirkî, li ser zimanê çavkaniyên ji Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, hikûmeta Şamê ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî û rûbirûbûna komên çekdar ên li derveyî kontrola xwe, bi awayekî fermî daxwaza piştgiriyê ji Tirkiyeyê kiriye.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin, armanca Tirkiyeyê "parastina yekparçebûna axa Sûriyeyê" û alîkarîkirina Şamê di "rûbirûbûna rêxistinên terorîst" de ye.
San zanîn kirin jî, hewlên Artêşa Tirkiyeyê ji bo piştgiriya hêzên fermî yên Sûriyeyê di warê perwerde, piştgiriya teknîkî û şêwirmendiyê de berdewam in.
Mercê Tirkiyeyê: Helweşandina HSD
Tirkiyeyê bi awayekî eşkere tekezî li ser helweşandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û diyar kir, divê HSD bi temamî pabendî peymana Şamê bibe, çimkî tevlîbûna wan di nav artêşa hikûmetê de dê "zêdetir xizmeta aramî û yekparçebûna Sûriyeyê bike".
Bersiva HSD: Çekdanîn ne pêkan e
Berdevkê HSDê Ebcer Dawûd duh 22ê Tîrmehê ragihand, ji ber aloziyên berdewam û gefên DAIŞê, ne pêkan e ku ew çekên xwe deynin. Dawûd got: "Em ne li gel şer in, lê em ê li her derê parastina gelê xwe bikin."
Rewşa li Siweydayê
Ji 13ê Tîrmehê ve, li Siweydayê di navbera hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û eşîrên Bedo ji aliyekî ve, û komên çekdar ên Durzî yên herêmî ji aliyê din ve, pevçûnên giran rû didin. Li gorî daneyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), di encama van şer û pevçûnan de heta niha zêdeyî 1300 kes hatine kuştin.