Danûstandinên Rûsya û Ukraynayê li ser lihevguhertina girtiyan bidawî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Danûstandinên Ukrayna û Rûsyayê bidawî bûn û li gorî serokên şandeyên wan her du welatan, wan li hev kiriye ku hezar û 200 girtiyan li hev biguherin.

Ajansa TASSê ya Nûçeyan a Rûsyayî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ji zarê çavkaniyeke nêzîk ragihand ku, gera sêyê ya danûstandinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de li Stenbolê bidawî bû.

Li gorî wê ajansê, ew civîn seet 8:37 ê êvarê hat destpêkirin û nêzîkî 40 deqîqeyan vekêşa.

Sekreterê Encûmena Ewlehiyê ya Ukraynayê Rostem Omerov piştî wê civînê got, “Me ji Rûsyayê re pêşniyar kir ku di dawiya Tebaxê de di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de civînek bê lidarxistin, ji ber ku karê me yê pêşiyê ragihandina agirbesteke berdewam û hevdîtina Putin û Zelenskyy ye."

Rostem Omerov herwesa got: "Em spasiya hevkarên xwe dikin, ji ber bizav û piştgiriyên wan ji bo aştiyê."

Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Medensky ragihand: "Me ji bo Ukraynayê pêşniyar kir ku, li ser agirbesteke demkî ya di navbera 24 heta 48 seetan de bifikire."

Vladimir Medensky herwesa got ku, wan bi Ukraynayê re li ser lihevguhertina hezar û 200 girtiyan û sê hezar terman li ser sînorê Belarûs-Ukraynayê li hev kiriye.

Navbirî eşkere jî kir, “Me herwesa pêşniyar kir ku ew sê koman çê bikin, da ku têkiliyên me bi Ukraynayê re bidomînin.”

Li gorî Ajansa Reutersê ya Nûçeyan, Ukrayna û Rûsya êdî tu danûstandinan li ser lihevguhertina êxisîran nakin.

 
Fly Erbil Advertisment