Nûnerê MSDê: Heta mafên Kurdan neyên garantîkirin, HSD çekan danayne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Almanyayê û Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Rizgar Qasim ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di rewşa niha ya aloz de, ne amade ne çekên xwe deynin û tevlî artêşeke nû ya Sûriyeyê bibin. Qasim got ku şertê sereke ji bo her danûstandinekê, garantîkirina mafên gelê Kurd di destûreke nû de ye.
Di hevpeyvîneke taybet bi Kurdistan24ê re, Rizgar Qasim derbarê gefên li ser Rojavayê Kurdistanê û paşeroja HSDê de axivî û got: "Mijara danîna çekên HSDê xeteke sor e. Em bi zelalî dibêjin, çekên gelê me di destê wî de ne û çekên HSDê xeta sor in, nîqaş li ser nayê kirin."
"Em ji komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan nîgeran in"
Qasim bal kişand ser tawanên ku ji aliyê hin komên çekdar ên ser bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin û ev yek weke sedemeke bingehîn ji bo nepêbaweriya bi rewşa nû nîşan da. Got jî: "Piştî tevkujiya li hember Durziyan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi beyaneke fermî ev kiryar şermezar kir. Ev rewş nîşan dide ku em nikarin bi vê desthilata nû bawer bin."
"Tirkiye bandoreke mezin li ser hikûmeta nû dike"
Nûnerê MSDê hişyarî da, ku Tirkiye hewl dide bi rêya hikûmeta nû ya li Şamê projeyên xwe yên li dijî Kurdan bi cih bîne. Herwiha got: "Tirkiye bandoreke mezin li ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê dike û dixwaze HSDê neçar bike ku çekên xwe deyne û tevlî artêşekê bibe ku di bin kontrola wan de be. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin,".
"Şertê me garantîkirina mafên Kurdan e"
Rizgar Qasim tekez kir, ew ne li dijî yekbûna di nava artêşeke niştimanî ya Sûriyeyê de ne, lê bi merc. Diyar kir jî: "Divê Sûriyeyeke nû, demokratîk û nenavendî ava bibe ku mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî mafên neteweyî yên gelê Kurd, di destûrê de garantî bike. Heta ku ev yek pêk neyê, HSD weke hêzeke leşkerî ya parastina destkeftiyên gelê me dê berdewam be."
Qasim amaje bi rola Herêma Kurdistanê jî kir û got ku ew weke "kûrahiyeke stratejîk" ji bo Rojavayê Kurdistanê ye û helwesta serkirdatiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê û bi atybet roja Serok Barzanî di parastina Kurdên Rojava de roleke girîng dilîze.