Rêyên Hewlêrê bi awayekî modern tên qîrkirin û çarekirin

Civîna Parêgarê Hewlêrê li gel şîrketeke qîrkirinê
Civîna Parêgarê Hewlêrê li gel şîrketeke qîrkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şîrketeke biyanî pêşniyarek pêşkêşî parêzgeha Hewlêrê kiriye, ku dixwaze rêyên Hewlêrê bi awayekî modern û xerciyeke kêmtir û kalitiyeke çêtir qîr bike û çare bike.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û endezyarên parêzgehê û rêyan îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) ji bo baştirkirina rêyên parêzgeha Hewlêrê û hêsankirinê ji bo şofêran bi şîrketeke biyanî ya çarekirin û qîrkirina rêyan re li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê civiyan.

Li gorî Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, wê şîrketê di wê civînê de armanc û karê xwe pêşkêş kir, ku girêdayî çarekirin û qîrkirina rêyan bi awayekî modern bi xercî û demeke kêmtir û kalitiyeke çêtir bû, herwesa amaje da wê yekê jî ku, li çend welatan projeya xwe bi cîh aniye.

Parêzgarê Hewlêrê jî tevî piştevanîkirina wê fikirê tîmên endezyariyê yên parêzgeh û rêyan raspartin ku wê projeyê binirxînin û biceribînin, di dû re jî li gorî jîngeh û keşûhewayê bajarê Hewlêrê biryarê li ser bidin.

 
Fly Erbil Advertisment