Polîsên Hewlêrê du tometbarên xeternak girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di du rojên borî de hin medyayan ragihand ku, qaşo li Hewlêrê hêzên partiyeke siyasî zileh li kesekî dane û wî kesî ti sûç nînin, lê Polîsên Hewlêrê di vî warî de ragihand, “Du tometbar di dema girtinê de bi hêzên polîsan re rûbirû bûne.”
Rêveberiya Polîsên Hewlêrê îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, du tometbarên xeternak bi tometa dizî, bikaranîna madeyên hişber û hilgirtina çekên bêdestûrî hatine girtin.
Rêveberiya navbirî amaje jî da, “Wan tometbaran berî niha jî tawan kirine û gelek diziyên cuda cuda kirine, wek dizîna pere û motorsîkletan. Herwesa wan madeyên hişber jî bikar anîne û çekên bêdestûrî jî hilgirtine. Di tawana xwe ya dawiyê de jî, wan qasek şikandiye û 24 milyon dînarên Iraqî dizîne.”
Her wê rêveberiyê eşkere jî kir, “Yek ji wan tometbaran di dema girtinê de bizav kir ku bi polîsan re rûbirû bibe û di dû re xwe bikuje, lê tîmên me rê li ber wî girt û nehîşt ew xwe bikuje ew girt.”
Herwesa di mala wan de jî gelek madeyên hişber hatine desteserkirin. Ew tometbar ji aliyê dadwerê lêkolînê ve hatine girtin û lêkolîn bi wan re berdewam in.