Mirady “Xwezî”yê bi şêweyeke nû vedibêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Rocjkbêjê diyar ê mûzîka Kurdî Mirady strana xwe ya bi navê “Xwezî Min Nedîta” ku parçeyak albûma wî ya “Xemname”yê bû di sala 2004ê de derketibû ji nû ve vegot û stran li hemû platformên dijîtal ên mûzîkê belav bû.

Mirady berdewamiyê dide berhemanîna mûzîka Kurdî û vê carê bi şêweyeke nû derdikeve pêşberî heyranên xwe. Ev şêwe şopên du komên mûzîkê yên rock ên Brîtanî Muse û Radiohead ku li cîhanê deng vedane li xwe digre.

Dema mirov piştî 21 salan bi awazeke nû “Xwezî”yê guhdar dike bi zelalî dibîne ku dişibe mûzîka Muse û Radiohead ku mirov dikare bêje ku ev şêweya nû ya Mirady di mûzîka Kurdî de yekemîn car e tê ceribandin.

Mirady yekemîn albûma xwe ya bi navê “Xemname” di sala 2004an de belav kir û paşê mohra xwe danî ser albûmên wekî “Marmasî”, “Tarumar”, “Xwelî”, “Delal” û ”Telesî”. 

Mirady di sala 2015an de jî derhêneriya albûma “Peşk” ku ji helbestên Bro Omerî pêk dihat kir û herî dawî îsal jî di pêşengtiya wî de, albûma 30 saliya hunerê ya Mihemed Atli ya bi navê “Na, Ne Tenê Me” belav bû. 

Mirady di 30ê Îlonê ya sala borî de straneka din a bi navê “Masiyek Şîn” berhem anîbû û îsal jî bi starnên wekî “Gum Gum” û “Yekî” dilê heyranên xwe geş kiribû.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment