Hosteyekî çêkirina tembûran piştî 30 salan vedigere Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Hosteyek Diyarbekirî yê ku 20 sal in amûrên muzîkê çêdike, piştî 30 salan vedigere bajarê xwe yê jê koç kirî û dibêje, ewê êdî li bajarê xwe Diyarbekirê pîşeya xwe bidomîne. Hosteyê Diyarbekirî dibêje mlabata wî ji ber şer û pevçunan ji neçarî koçî Izmîrê kiribû lê her dem di dilê wî de hebu ku rojekê dîsa vegere ser axa xwe.

Bi destpêkirina pêvajoya nû û bi dawîlêhatina şer û pevçûnan welatiyên ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê û şer û pevçunan koçî Rojavayê Tirkiyeyê kiribûn jî vedigerin bajarên xwe. Hosteyê amûrên muzîkê Ahmet Yasîn Temûrê 47 salî jî piştî 30 salan vegeriyaye bajarê xwe Diyarbekir û kargeha xwe li bajarê xwe vekiriye û pîşeya xwe didomîne. Ahmet Yasîn Temur dibêje wî qet nedixwest ji bajarê xwe dur bikeve û niha keyfxweş e ku vegeriyaye ser axa xwe.

Hosteyê çêkirina tembûrê Ahmet Yasîn Temur ji K24ê re got: “Di sala 1994ê de dema ku mala me li nav Sûrê bû ji ber ku şer û pevçun û kuştin zêde bû û ewlekariya me nebu bavê min got êdî hew em dikarin liv an deran bimînin û me koçî Izmîrê kir. Min nedixwest em biçin lê em neçar man. Ez bi xêra birayê xwe fêrî çêkirina temburê bûm û êdî min dest jê berneda. Veger her dem di dilê min de hebû û dawîya dawî jî ez vegeriyam.”

Ahmet Yasîn Temurê ku bi coşeke mezin pîşeya xwe li kargeha xwe de didomîne dema ku ji Izmîrê vedigere jî rastî karesatekê tê, lê qet dest ji vegera bajarê xwe bernade. Ahmet Yasîn Temur amurên xwe ji Izmîrê bar dike lê dema digihîje Rûhayê pirraniya amurên wî dişewitin lê ev yek wî ji rêya wî nake.

Ahmet Yasîn Temur dibêje: “Di vegerê de agir bi amurên min ên çêkirina temburê ket qasî 1 milyon lîreyî zirar min bû. Lê min dest ji vegerê berneda. Ez bibiryar bûm ku pîşeya xwe li ser axa bav û kalê xwe bidomînim Nas û dost jî j imin re bûn alîkar û min karî kargeha xwe vekim û bi keda xwe pîşeya xwe bidomînim. Banga min li kesên koçkirîn ew e ku vegern ser axa xwe û xizmeta millete xwe bikin. Ez gelek keyfxweş û serbilind im niha.”

Ahmet Yasîn Temurê ku piştî salan vegeriyaye ser axa xwe dibêje yên derfetên wan hebin bila vegerin û amaje dike ku Şam Şekir e lê welat şêrîntir e.