Li Şirnexê heta 1ê Îlonê têketina qadên daristanî hat qedexekirin

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand, biryar hatiye dayîn heta 1ê Îlonê têketina qadên daristanî were qedexekirin.

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve biryarek hat ragihandin ku li gorî vê biryarê heta 1ê Îlonê hemû qadên daristanî hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de hatiye amajekirin ku armanca qedexeyê pêşîlêgirtina şewata daristanan e.

Her wiha li gorî biryarê, amûrên seyranê yên ku bikaribin bibin sedema şewatê jî hatine qedexekirin û li deverên nêzîkî daristanan jî seyrankirin hatiye qedexekirin. Bang li welatiyan jî tê kirin ku ji seyareyan amûr û alavên bibin sedema destpêkirina şewatan neavêjin ser rêyan. 

Bang li kompaniyên ku kargehên wan nêzîkî daristanan in jî tê kirin ku di kar û xebatên xwe de haydar bin û nebin sedemê şewatan.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina şewatan de jî dê li derdora daristanan wesaîtên agirkujiyê di amadebaşiyê de bin.