Hunermendê navdar ê Libnanî Ziyad Rehbanî koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Nûçeyan a Niştimanî ya Libnanê îro 26ê Tîrmehê ragihand, hunermendê navdar Ziyad Rehbanî, ku yek ji stûnên muzîk û şanoya hemdem li Libnan û cîhana Erebî ye, di 69 saliya xwe de koça dawî kir.

Ziyad Rehbanî, ku di 1ê Çileya 1956an de jidayik bûbû, kurê du hunermendên mezin, Feyrûz û Asî Rehbanî bû û wî di dirêjahiya kariyera xwe de mîrateyeke dewlemend a hunerî li pey xwe hişt.

Rehbanî bi taybetî bi şanoyên xwe yên siyasî yên rexnî û tenzî dihat naskirin. 

Di karê xwe de, wî karî muzîka klasîk a Erebî (tereb) bi fikir û ramanên siyasî û civakî re bike yek, ku ev yek bû sedem nifşek ji temaşvanên Ereb jê hez bikin û heyranê wî bin.

Ziyad Rehbanî bi yekkirina muzîka Rojhilatî û Rojava şopeke bêhempa di hunera Libnanî de hişt û bi deng û giringîdana xwe ya ji bo siyaset û pirsgirêkên civakî bandoreke mezin çêkir. Şano û muzîka wî di çanda Erebî de weke nîşanên girîng tên dîtin û bandora wan heta îro jî berdewam e.