Rojhilatê Kurdistanê: Welatî ji ber germê diçin deverên geştiyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pêla germahiyê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li parêzgeha Kirmaşanê serdest e, welatî ji bo ku xwe ji tîna rojê û bêelektrîkiyê rizgar bikin, berê xwe didin cihên geştyarî û seravên hênik. Yek ji wan cihan jî Serava Cawerî ye, ku rojane bi sedan kes serdana wê dikin.

Li gel germahiya zêde, qutbûna elektrîkê ya rojane ku digihîje 4 heta 6 saetan, welatiyên parêzgeha Kirmaşanê bêzar kirine. Ji ber vê yekê, gelek kes ji bo hênikbûn û derbaskirina demê, berê xwe didin Serava Cawerî ku wekî "deriyê Hewramanê" jî tê naskirin û li ser rêya di navbera Rewanser û Kirmaşanê de ye.

Hemîdreza Esedî, welatiyekî ji Kirmaşanê, kêfxweşiya xwe bi hênikahiya avê tîne ziman û dibêje: "Me gelek kêf jê girt. Li Kirmaşanê hewa gelek germ e, lê em hatin vir ku hewa sar e."

Gelek ji welatiyan diyar dikin, ji bilî xwezayê, ti derfeteke din li ber destê wan nîne ku xwe ji germahî û bêelektrîkiyê biparêzin.

Îbrahîm Kiyanî, welatiyekî ji Ciwanroyê, dibêje: "Bi rastî îsal hewa pir germ e. Li taxa me elektrîk tune û em ji bêelektrîkiyê û germahiyê reviyan û hatin Serava Cawerî. Cihê we vala, hewayeke xweş û aveke hênik heye."

Lê belê, zêdebûna hejmara geştyaran kêşeyên paqijiyê jî bi xwe re tîne. Her çend jîngeparêzên xwebexş hefteyê çend caran seravê paqij dikin jî, lê ji ber nebûna xizmetguzariyên pêwîst, ev hewldan têrê nake.

Umêd Refîe, welatiyekî ji Rewanserê, balê dikişîne ser vê kêşeyê û dibêje: "Ev der xwedî aveke xwezayî û hênik e. Lê mixabin hinek kêşe hene, wekî nebûna sîstem û paqijiyê. Xwebexş hefteyê carekê an du caran tên û paqij dikin, lê ev ne bes e."

Serava Cawerî yek ji çavkaniyên sereke yên Rûbarê Qeresû ye û ava wê ji bilî geştê, ji bo vexwarina welatiyên Rewanserê û avdana bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê jî tê bikaranîn.