Mustefa Ozçelîk: Werin em partiyeke sîwanî ya neteweyî ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di semînereke li Swîsreyê de, banga avakirina "partiyeke sîwanî, girseyî û hevbeş a milî" li Bakurê Kurdistanê kir. Ozçelîk pêvajoya heyî ya di navbera Dewleta Tirk û Ocalan de jî bi tundî rexne kir û got, "Em ne şirîkê van gotûbêjên veşartî û neşefaf in."

Di semînera ku roja Yekşemê, 27.07.2025an, li bajarê Baselê yê Swîsreyê hat lidarxistin de, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, bi taybetî bang li partî, kom û kesayetên neteweyî yên li derveyî DEM Partî û HUDAPARê kir ku ji bo yekitiyê gavan bavêjin.

Ozçelîk di banga xwe ya sereke de got: “Werin em ji bo partîyeke sîwanî, girseyî, hevbeş ya milî, demokrat dest bidin hev.” Wî anî ziman ku avakirina partiyeke wiha ya ku bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe, dikare ji gelê Kurd re bibe "hêvî û alternatîfeke xurt."

"Çareserî bi perspektîfa netewa demokratîk nabe"

Serokê PWKê pêvajoya ku niha bi navê "çareserî" tê birêvebirin rexne kir û helwesta partiya xwe wiha anî ziman: "Em piştgirîya çekdanîna PKKyê dikin; lê belê em ne li gel wan fikir û helwestên Ocalan, PKK û DEM Partîyê ne ku mafên neteweyî, kollektîf û mafê statuyeke siyasî tune dihesibînin. Pirsa Kurdistanê bi hemwelatîbûna wekhev û perspektîfa netewa demokratîk nayê çareserkirin. Pirsa Kurdistanê pirsa xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye, pirsa mafê çarenûsa miletê Kurd e.”

Ozçelîk herwiha diyar kir, nabe çarenivîsa 30 milyon Kurdên Bakur li pişt deriyên girtî û bi awayekî nezelal di navbera Ocalan, Dewleta Tirk, PKK û DEM Partiyê de were diyarkirin.

Pêşmercên Çareseriyê

Li gorî Ozçelîk, ji bo ku rê li ber çareseriyeke rastîn vebe, divê berî her tiştî "hebûna miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, azadiya raman û rêxistinê di Qanûna Bingehîn de bêne garantîkirin û hemû girtiyên siyasî bên azadkirin."

Derbarê perçeyên din ên Kurdistanê de jî Ozçelîk piştgiriya xwe ji bo biryarên Konferansa Qamişloyê anî ziman, banga avakirina hikûmeteke hevbeş li Başûrê Kurdistanê kir û girîngiya hevkariyeke neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir.

Semînera Ozçelîk bi moderatoriya Cîgirê Serokê Giştî yê PWKyê Rifat Sefalî hat birêvebirin û nûnerên PDK, PSK, PDK-BAKUR, KKP û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li Baselê beşdarî civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment