Dema hilbijartinên parlamentoya nû ya Sûriyeyê hat diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê ragihand, tê payîn hilbijartinên giştî yên ji bo parlamentoya nû di navbera 15 û 20ê Îlona bê de bên lidarxistin

Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê, Mihemed Taha Ehmed duh 27ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, amadekarî ji bo hilbijartinên parlamentoyê didomin û dema diyarkirî ji bo lidarxistina wê nîvê meha Îlonê ye.

Ehmed tekez kir, dê rê bê dayîn ji bo çavdêriya proseya hilbijartinê ji aliyê civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî ve, bi hevahengî û çavdêriya Komîteya Bilind. Herwiha, dê mafê îtirazkirinê li ser lîsteyên namzedan û encamên hilbijartinê were garantîkirin.

Li gorî agahiyan, hejmara kursiyên Encûmena Gel (Parlamento) ji 150 kursî bo 210 kursî hatiye zêdekirin. Ji van 210 kursiyan, 70 endam dê ji aliyê Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera ve bên destnîşankirin. Hat ragihandin ku dê rêjeya beşdariya jinan di desteyên hilbijartinê de herî kêm %20 be.

Şera: Kesên piştgirî dane sûcdaran dê bên dûrxistin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), Ehmed Şera ku guhertoya dawî ya sîstema hilbijartinê ya demkî wergirtiye, tekezî li ser "pêwîstiya dûrxistina her kesê ku li gel sûcdaran sekinî û piştgirî da wan" kiriye.

Herwiha Şera destnîşan kiriye ku ew kesên banga dabeşkirin, taîfîparêzî û mezhebperestiyê dikin jî dê ji pêvajoyê bên dûrxistin û daxwaz kiriye ku xebat ji bo misogerkirina beşdariyeke berfireh a ku vîna gelê Sûriyeyê nîşan bide, berdewam bikin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinan di 18ê Hezîrana borî de dest bi karên xwe kiribû û hefteya borî jî bi hejmarek nûnerên şandeyên dîplomatîk ên Ereb û biyanî re civiya bû, da ku wan li ser qonaxên proseya hilbijartinê agahdar bike.