Li Herêma Kurdistanê pileyên germê dadikevin, li Iraqê jî bilind dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê pileyên germê hinekî dadikevin, lê belê li piraniya parêzgehên naverast û başûrê Iraqê pêleke tund a germê dest pê kiriye û tê pêşbînîkirin ku pileya germê bigihîje 51 pileyan.

Pisporê keşnasiyê Mihemed Kemal îro 28ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, "Em di çileya havînê de ne û bilindbûna pileyên germê rewşeke asayî ye. Ez pêşbînî dikim ku heta dawiya çileyê, çend carên din jî pileyên germê hejmarên rekor bişkînin."

Mihemed Kemal da zanîn, tê payîn heta roja Pêncşemê (31ê Tîrmehê) pileyên germê li Herêma Kurdistanê dakevin, lê hefteya bê bi taybetî di rojên 7 û 8ê Tebaxê de, dê careke din bilind bibin. Li Herêma Kurdistanê, tê pêşbînîkirin ku pileya herî bilind a germê li devera Îdareya Germiyanê be û bigihîje 51 pileyî.

Li Iraqê bihnvedana fermî hat ragihandin

Li aliyê din, Desteya Keşnasiyê ya Federal a Iraqê ragihandiye ku li gelek deveran dê germahî bigihîje 51 pileyan û daxwaz ji welatiyan kiriye ku heta ne karekî pir pêwîst û girîng be, ji malên xwe dernekevin.

Li gorî pêşbîniyan, li parêzgehên weke Bexda, Babil, Mîsan, Zîqar, Musenna û Besrayê dê pileya germê bigihîje 51 pileyî.

Ji ber vê pêla tund a germê, hikûmeta Iraqê duh 27ê Tîrmehê, li parêzgehên Besra, Zîqar, Mîsan, Kerbela, Dîwaniye, Babil û Wasetê bihnvedana fermî ragihandibû.

Her çiqas Desteya Keşnasiyê ya Iraqê ew gotegot red kirin ku dibêjin dê pileya germê vê havînê bigihîje 65 pileyî, lê piştrast kir ku li çend deveran dê ji 50 pileyî derbas bibe, ku ev wek tundtirîn pêla germê ya îsal tê dîtin.

Ev rewşa hewayê di demekê de ye ku tevî vê germahiya zêde, li beşeke mezin a parêzgehên Iraqê xwepêşandanên li dijî nebûna xizmetguzariyên sereke yên weke av û elektrîkê berdewam dikin.