Jîngehparêzekî din ê bajarê Sineyê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Jîngehparêzekî din ê ku di hewldana vemirandina şewata Çiyayê Awyerê ya li parêzgeha Sineyê de bi giranî birîndar bûbû, canê xwe jidest da. Bi vê yekê, hejmara qurbaniyên şewatê gihişt sê kesan.

Serokê Navenda Alîkariya Lezgîn a parêzgeha Sineyê Babek Hedayî ji Ajansa Nûçeyan a “Tesnîm” re ragihand, jîngehparêz Xebat Emînî ji ber giraniya birînên xwe, îro Duşemê, 28ê Tîrmehê, canê xwe jidest da.

Her sê jîngehparêzên ku di dema vemirandina agir de birîndar bûbûn, di rojên dawî de li pey hev jiyana xwe ji dest dan:

- Hemîd Muradî: Roja Înê canê xwe ji dest da.

- Çiyako Yûsifînejad: Şeva borî (Yekşem) canê xwe ji dest da.

- Xebat Emînî: Îro (Duşem) canê xwe ji dest da.

Hedayî herwiha diyar kir ku heşt birîndarên din ên şewatê, niha li Nexweşxaneya Kewser a li Sineyê di bin çareseriyê de ne.

Roja 24ê Tîrmehê, agirekî berfireh li Çiyayê Awyerê yê Sineyê derketibû û di encamê de zêdetirî 150 hektar daristan û çêregeh şewitîbûn.