Sûdanî: Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê kiryarên terorîstî ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê dibêje ku, Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeymanian bi hevparî dixebitin da ku komên ku êrîşî zeviyên petrolê yên Kurdistanê dikin eşkere bikin. Amaje jî da ku, “Hebûna hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan bûye hincet ji bo ku komên çekdar li Iraqê hebin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) di hevpeyvîneke taybet de bi Associated Pressê re êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî kiryarên terorîstî binav kirin.

Sûdanî herwesa got, “Hikûmeta Federal bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navneteweyî re dixebite ji bo destnîşankirina wan aliyên ku ji êrîşên bi dronan berpirsyar in, da ku lêkolîn bi wan re bên kirin.”

Sûdanî di derheqa hebûna komên çekdar li Iraqê de jî kir amaje da, “Hebûna hêzên Hevpeymanan bûye hincetek ji bo hebûna komên Iraqî ku xwe çekdar bikin, lê her gava ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi tevahî ji Iraqê vekişin, pêdivî nake û çi hincetek ji bo çi komekê namîne ku li derveyî qanûnê û dezgehên ewlehiyê yên fermî çek hebin.”

Tevî têbîniyên Amerîkayê, Sûdanî li ser pejirandina projeqanûna girêdayî Heşda Şebî li Encûmena Nûnerên Iraqê cidî ye û dibêje, “Ev parek ji wan bizavan e yên ji bo misogerkirina ku hêz ji hêla hikûmetê ve bên kontrolkirin.” Tekez kir ku, “Divê hêzên ewlehiyê li gorî qanûnê operasyonan bikin û lêpirsîn pê re bên kirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hefteya borî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî, û pejirandina wê qanûna Heşda Şebî ku li Encûeman Nûnerên Iraqê ye wekî zêdekirina hejmona Îranê û komên çekdar li ser serweriya Iraqê binav kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment